Duşema Rengin

Stok Kodu:
9786259416564
Boyut:
13.5x19.5
Sayfa Sayısı:
128
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2025-06
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
%21 indirimli
220,00TL
173,80TL
Taksitli fiyat: 9 x 21,24TL
9786259416564
1375169
Duşema Rengin
Duşema Rengin
173.80

Duşema Rengîn tevnsaziya xwe li ser pira zirav a di navbera “Vîn” û “Evîn”ê de dihûne. Dem, dema Şerê Kobaniyê ye û Şoreş şervanekî wî şerî ye. Esmera hezkiriya Şoreş, dide ser şopa şoreşa di xeyala xwe de û Şoreşê di dilê xwe de, berê xwe dide wî aliyê sînor.

Êdî fîncana qehweyê li ber Şoreş û Esmerê ye û ew li ber ezmûneke giran in. Loma jî Duşema Rengîn esas waryanteke modern a destana Derwêş û Edûlê ye. Lê Esmer mîna Edûlê çav li rêya Derwêş namîne; şopa Şoreş dajo, derbasî binxetê dibe, dibe şervan, ew û şoreş mil bi mil şer dikin da ku çarşemên reş veguherînin duşemên rengîn…

Tevî ku roman qala şerekî di dîroka me ya nêz de û li ber çavên me qewimî dike, Sîdar Jîr bi aramî û sekaniyeke rewşenbîrî pênûs hildaye, hemû kerb û hestiyariya xwe daniye hêlekê û  bi zimanekî henûn, bi sebreke mezin û rîtmeke rewnaq metneke têrhêmayî û têredebî pêşkeşî edebiyata Kurdî kiriye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat